Pêka nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdistanmedia”yê, li çendîn gundên bajarê Şinoyê ya girêdayî parêzgeha Urmiyê, nanpêjxane rastî nebûna ard hatin û her bi vê sedemê jî neçar man nanpêjxaneyan daxînin.
Pêka zanyariyan daxistina nanpêjxaneyên gundê Bêmizurtî û çendîn gundên din arîşeyên zêde bo gundiyan çê kirine.
Di piraniya gund û bajarên Kurdistan û Îranê de, welatî digel pirsigirêka nebûna ard û herwisa bilindbûna nirxa nan rûbirûne û herwisa di piraniya gund û bajaran de, nan hatiye parvekirin û her welatiyek di 24 mjmêran de tenê du heta sê nanan jêre tê dan.
Berpirsên rejîmê bona çareserkirina arîşeya kêmbûn û bilindbûna nirxa ard û nan, gote gotek belav kirine ku, biryar wisa ye dê nan bi kîlo ji hevwelatiyan re bê firotin.