Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Şinoyê, çalakiyên berfireh yên bangewazî bi rê ve çû

13:43 - 29 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên Hizba Demokrat a Kurdistana Îranê, li bajarê Şinoyê, çalakiyên berfireh ên bangewazî, lidar xistin.

Tekoşerên Demokrat, di bajarê Şinoyê de, bi hilkefta nêzîkbûna salroja Şehîdbûna rêberê nemir ê gelê Kurd, “Dr.Qasimlû” çalakiyên bangewazî lidar xistin.

Di vê çalakiyê de, pitirî 500 tirakt li cihên wekî: “Şehreka Ferhengî yan jî (Şehreka yasa), Seydawê, Taçînawê, Parka Seydawê, Rehîm Ava, Mamtemir, Tirmê Şehîdan, Henefiyan, rêya barzanava, Feleka dadgeh û çendîn dibistan” belavkirin.

Li gorî rapora nîştimanperwerên Demokrat: Hatûçûya kesên nenaskirî û girêdayî rejîmê li bajarê Şino û deverên derdorê, li hemû dema zêdetir bûye, û dixwazin deverê bikin bin çavdêriya xwe, daku di Pûşpera îsal de, bo salroja terorkirina “Dr.Qasimlû” çalakiyan nekin, lê belê çalakiyên wan ji hemû demî zêdetir gir û gerimtir berdewame.

Herwisa li tirsa Hêzên Pêşmergê Kurdistanê li navxweyî Rojhilata kurdistanê, Caş û kirêgirtiyên rejîm ketine hereket û bi şev dinav gund û Çiyayên Kurdistanê lipey Pêşmergeyan digerin û ji xwere teqeyan dikin, heya ku bêjin em jî hene, û em rewşê çavdêrî dikin, di heman demê de, rojane di bajar, gund û çiyayên Kurdistanê de, çalakiyên berfireh yên bangewazî bo piştevanîkirin li Rasana Rojhilatê û Hêzên Pêşmergê Kurdistanê birêve diçe.