Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Şinoyê digel rêbaza şehîdan peyman hatine nûkirin

16:35 - 12 Kanûna Paşîn 2021

Endam û alîgirên PDKÎ li deve devê salvegera avakirina Komara Kurdistanê, 2ê “Rêbendan”ê, serdana gora şehîdan kirin û digel rêbaza şehîdan, soz û peyman nû kirin.

Di wê çalakiyê de, xebatkarên Demokrat bi danîna Alaya Kurdistanê li ser mezarê şehîdan, digel şehîdên Kurd û Kurdistanê, peyman nû kirin ku heya dawiyê domderê rêbaza wan bin.

Endamên PDKÎ di wê çalakiyê de, soz dane ku amade ne bona cîbecîkirina heçî erkekê Hizbî.

Li 2ê Rêbendana Îsal, 75 sal bi ser avakirina Komara Kurdistanê re derbas dibin.