Kurdistanmedia: Bi sedema “cîrebendî”kirina av û elektirîkê li bajarê Urmiyê de, givaşeke zêde dikeve ser akinciyan.
Li gor biryara îdareya av û berqa bajarê Urmiyê ji niha şûnde li gor bernama “cîrebendî”kirina av û berqê ji aliyê van îdaran ve, av û elektirîk wê bi ser taxên bajarê Urmiyê de bête parvekirin.
Îdara ava Urmiyê agehdariya ku belav kiriye, di 24 se`etan de, ava her taxekê wê 8 se`etan bête qutkirin.
Îdara elektirîkê jî li gor agehdariya belavkirî, bajarê Urmiyê li ser 12 taxan de parve kiriye,û bi vê pêkê, her carê wê 4 se`etan elektirîka taxekê bête qutkirin. Vê yekê jî jiyana xelkê bajarê Urmiyê dijvartir kiriye, û bûye cihê nîgeranî û nerizayetiya xelkê.
Berpirsên rêjîmê di vî bajarî de kêmiya şevatê bo dabînkirina av û berqê dikne hêcet.
Hewce ye bêjin ku xelk nîgeran e ku renge piştî sepandina gera 2`yê ya hisara Amerîka bo ser Îranê, ew cure arîşane li ser wan zêdetir bin.