Kurdistanmedia: Hûnermendekî dengxweş û naskirî yê Kurd yê xelkê bajarê Urmiyî çû ber rehmetê.
Roja Sêşemî rêkefta 30`ê Rêbendanê (20`ê Şibatê), Hemîd Hemîdî, hûnermendê dengxweş û naskirî yê Kurd û xelkê gundê “Talîn” a girêdayî devera Tirgewer a ser bi bajarê Urmiyê, bi sedema kirîza dil çû ber dilovaniya xwe.
Hemîd Hemîdî hûnermenê neteweyî yê bajarê Urmiyî bû, ku şarezayî di gotina stranên di warê dengbêjî û filuklor de hebû, û gellek caran jî di nav dawetan de, bi stranên şoreşgerî, çoş û heyecanek dixiste nav refên govenda ciwanan de.
Termê xwedêjêrazî, bi beşdariya xelkeke xuya yê deverê bi axê hate spartin.
Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, sersaxiyî dibêje malbata Hemîd Hemîdî, û xwe şirîkê vê xema van dizane.