Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Urmiye li bûyerek dilgiran de 3 welatiyan canê xwe ji dest dan

13:11 - 28 Gulan 2022

Li bajarê Urmiye li bûyerek hatinûçûnê li çiyayên devara “Tirgewer” a girêdayî bajarê “Urmiye” 3 welatiyan canê xwe ji dest dan û 12 welatiyên din jî birîndar bûn.

Roja Înê 27`ê Gulanê bi sedema ji rê derketina maşînekê ji rêya qontara çiyayên li derdora gundê “Erbîlan”a girêdayî devera “Tirgewer” a ser bi bajarê “Urmiye” 3 welatiyan canê xwe ji dest dan û 12 welatiyên din jî birîndar bûn.

Ew welatiyên ku rastî vê bûyera dilgiran hatine tev xelkên gundê “Sîdan”a girêdayî devera “Som û Biradost” a girêdayî bajarê “Urmiye” bûne û bi mebesta çinîna pincar û giyayên biharî beraxwe dabûne wê deverê”.

Piştî vê bûyerê welatiyên birîndar û yên can jidest dayîn bi alîkariya welatiyên din bo nexweşxaneya “Xomeynî”a li bajarê “Urmiyê” hatine veguhastin û rewşa 4 welatiyên birîndar nebaş hatiye ragihandin û di bin çavdêriya hûr a pizîşkî dene.

Navên welatiyên ku di vê bûyerê de canê xwe jidest dane,“Helîme Sofînijad, Gurcî Sofînijad, Burhan Ehmedî”û  xelkên gundê “Sîdan” a girêdayî devera “Soma û Biradûst”ê hatine ragihandin

Her di vê peywendiyê de, du welatiyên din ku jî ku her bona pincar çinînê beraxwe dabûne wan deverên sînûrî, ji bilindahiyê ber bibûne, yê duh tenê birîndar bibûye lê, welatiyê ku di hefteya borî ji wan bilindahiyan ber bibû canê xswe ji dest dabû lê nave wan nehatiye zanîn.

Li Îranê bi taybet li bajarên sînûrî de, bi sedema bilindbûna nirxan, welatiyan şiyana dabînkirina hewcehiyên jiyanê tunînin û bi neçarî pena xwe bo pinçarên çiyayan yên li demsala Biharê derdikeve dibin û di encamê de jî rastî bûyerên dilgiran yên bi wî rengî dibin.