Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Urmiyê rewşa kolan û şeqamên taxa Kuştargahê xirab in

11:26 - 5 Hezîran 2022

Li bajarê Urmiyê ava averoyên taxa Kuştargahê di nav çal û kolanan de dimîne û bi sedema xirabbûna qîra şeqam û kolanan, av li wir kom dibin û ti berpirsek hewla çareserkirina wê pirsgirêkê nade.

Taxa Kuştargahê yek ji wan taxên bajarê Urmiyê ye ku, ji aliyê berpirsên bajarvanî û îdareyên din ên rejîmê ve hatiye piştguhavêtin. Nebûna avero, çalên li kolan û şeqaman, kombûna avên paşmav li nav kolan û şeqaman bi tenê beşek ji pirsgirêkên xelkê taxa Kuştargah li bajarê Urmiyê ye.

Xelkê wê taxa bajarê Urmiyê, tevî nerazîbûn ji vê rewşê baskirine ku heta niha berpirsan tevî agehdarbûn ji rewşa kolan û şeqamên wê taxê, ti pêngavek bo çareserkirina wan pirsgirêkan hilnegirtine û bi hatina demsala germayê û zêdebûna bêhna gemarê, ev bûye gefek micid li ser tendirustiya xelkê wir.

Heta niha çendîn bûyerên dilgiran yên wekî canjidestdana zarokan li nav ava çal û averoyên ser vekirî di wê taxa bajarê Urmiyê de qewimîne.