Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarê Urmiye û Mehabad çalakiyên piropagendeyî hatin lidarxistin

14:13 - 16 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ, di bajarên Urmiye û Mehabadê de, peymana xwe di gel şehîdên Kurdistanê nûkirin.

Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Pêşmergeyên Bajar, endam û alîgirên PDKÎ, li bajarê Mehabedê, serdana tirba şehîd “Xidire Sûr” li goristana “Las û Xezal” a li pişt gundê “Birayîm Xesar” kirin û bi danîna alaya Kurdistanê li ser tirba navbirî, di gel rêbaza şehîdên Kurdistanê, heya gihîştin bi armancên wan, peymana xwe nûkirin.

Herwisa li bajarê Urmiyê jî, endam û dilsojên Partiya Demokrat, bi nivîsîna siluganan piştevaniya xwe bo pêşmerge û Rasanê nîşan dan û tekez jî kirin ku rêbaza şehîd Dr.Qasimlû, heya serkevtinê berdewam bik in.

Her di vê pêwendiyê de, roja Înê 24`ê Cozerdana 1398`an, Pêşmergeyên Bajar, endam û alîgirên PDKÎ, bi hilkefta nêzîkbûna 30.mîn salroja terorkirina rêberê hertim zindî yê gelê me şehîd Dr.Qasimlû, di bajarên wekî, Mehabad û Pîranşar de çalakiyên piropagendeyî lidar xistin.