Kurdistanmedia: Xelkên Kurdistanê li bajarê Urmiyê û Selmasê, bi awayên cuda rêz li 22`ê Pûşperê girtin û digel rêbaza şehîd duktor Qasimlo peyman nûkirin.
Nûçegihanê malpera “Kurdistanmedia”yê di vê derhegê de ragihand ku: Di roja 22`ê Pûşperê de, hejmareke zêde xelkê Kurdistan li gund û bajarên Urmiyê û Selmasê, bi awayin cuda wekî: “Jiberkirina kincên Kurdî, neçûn bo ser karên xwe û herwisa daxistina dukan û bazarên xwe”, rêz ji vê rojê û yada şehîd Dr. Qasimlo û hevalên wî girt in.
Herwisa Nûçegihanê “Kurdistanmedia”yê got: “Welatiyan heya demjimêr 11:30 dukanên xwe daxistî hêştin, û hêzên îtila`at û ewlehî û emakinên rejîmê gef jiwan welatiyan xwerin ku dukanên xwe vekirî bêhlin.
Cihê îşare kirinê ye ku ev hevwelatiyên “Azerî ziman” ku di bajarên Kurdakincî ê bajarê Urmiyê de jiyan dikin, di wê rojê de bi merema rêzgirtin li hevwelatiyên Kurd, xwe dûrgirtin li vekirina dukanên xwe.