
Li bajarê Xoyê yê girêdayê parêzgeha Urmiyê, bi 10an nanwaxane hatine daxistin û bi 100an kedkar bi wê sedemê bêkar mane.
Roja Duşemî 14ê Kanûna Pêşîn, Serokê “Yêktiya Nanvaxaneyên bajarê Xoyê”, “Ehed Eslanî”, gotiye ku bi sedema bilindbûna nirxa ard, nanvaxaneyên ku bi awayê azad kar dikin, êdî nikarin ard bikirin û bi 10an nanvaxane bi wê sedemê hatine daxistin û zêdetir ji 200 kedkarên ku di wan nanvaxaneyan de kar dikirin, bêkar mane.
“Ehed Eslanî” daye zanîn: “Nirxa her telîsê ardê 180 hezar Tumen e û bilindbûna nirxa ard, zêdebûna tev xercên hewîr, îcareya nanvaxaneyan, bîme, rûn û hêk û herwisa bilindnebûna nirxa nan, bûne sedem ku nanvaxane rastî zirarê bên û di encam de ew nanvaxanane hatine daxistin.
Herwisa “Ehed Eslanî” di berdewamiyê de gotiye: “Xwarina sereke ya xelkê nan e û daxistina nanvaxaneyan dibe sedem ku xelk bona dabînkirina xwarina rojane rastî pirsgirêkan bibin.
Hemû core hewcehiyên nanvaxaneyan di Îranê de hene, lê bilindbûna nirxa wan hewcehiyan ji aliyê rejîma Îranê ve nayê kontrolkirin û bazara ard ku bi piranî li destê tacirên girêdayê rejîma Îranê de ye, ard bi nirxekî herî giran bi wan nanvaxaneyan re difroşin.