
Endam û alîgirên PDKÎ bi hilkefta 33.mîn salroja şehîdkirina Dr.Qasimlo li bajarê cuda yên Kurdistanê bi birêvebirina çalakiyên bangeşeyî, digel şehîdên Kurdistanê peymana emegnasiyê nû kirin.
Endam û alîgirên PDKÎ li bajarên cuda yên Kurdistanê yên weke, Mehabad, Şino, Nexede, Pîranşar, Sine, Seqiz, Merîwan, Pawe, Makû, Selmas û Urmiye bi belavkirina trakt, poster, nivîsîna siloganan û hildana Yobîla Hizbê, peymana emegnasiya xwe digel şehîdên riya rizgariya Kurdistanê nû kirin
Li bajarê Urmiye bitaybet li gundê Qasimlo yê girêdayî devera Berandêzê, endam û alîgirên PDKÎ bi hildana Alaya Kurdistyan û Yobîla Hizbê û herwisa belavkirina trakt û posterên taybet bi 33.mîn salroja şehîdkirina Dr.Ebdulrehman Qasimlo peymana emegnasiyê ya xwe digel şehîhên riya rizgariya Kurdistanê nû kirin.