Li çendîn bajarên Îranê bazarî, ajotvanên barhilgir û malnişînkiriyan li derheq bilindbûna nirxan û nedna heqdestên xwe, rijiyan li ser şeqaman û nerazîbûna xwe anîne ziman.
Roja Yekşemî 12`ê Hezîranê ajotvanên barhilgir ên bajarê Zencanê, ji ber bilindbûna nirxa şewata maşînan û bilindbûna nirxên alavên maşînan dest havêtin bi girevê.
Herwisa malinşînkirî û bazariyan li bajarên cuda yên Îranê yên wek Sine, Elborz, Erak, Tewrêz, Tehran, Xurasan, Şîraz, Şahrûd û Mazenderanê, bi sedema bilindbûna nirxan û nedana heqdestê malinîşnkiriyan ji aliyê rejîma Îranê ve, rijiyane li ser şeqaman û nerazîbûna nîşan dan. Piraniya xelkê nerazî li dijî rejîmê siloganên cuda dan.
Hêjayê behsê ye ku, di kombûnên nerazîbûnê yên li derheq bilindbûna nirxan û nedana heqdest yên malinşînkiriyan li seranserê Îranê de, rastî dijkiryara hêzên ewlehî yên rejîmê hatin.