Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Kurdistan û Îranê lehî berdewame

19:14 - 27 Adar 2019

Kurdistanmedia: Baranbarîna zaf û herwisa zîpik(gijgijok)ê di bajarên Kurdistan û Îranê de, Lehiyeke giran lê ket, ku mixabin bû sedema can jidest dana hejmareke berçav ji hemwelatiyan.

Di çend rojên derbazbûyî de,  hatina lehî li gund û bajarên Kurdistan û Îranê de, malwêraniyeke zêde lê ket, rabûna lehiyî li parêgehên wekî, Gulistan, Şîraz, Serpêl aZehaw, Êzgile, Xuremawa, Sîstan û Belûcistan, Îsfehan, Bwêr Ehmed, xisarên canî û malî jî li peyxwe anî, lê, ewa ku balkêşe çewtekariyên rastiyan û veşartina qurbaniyên rûdawêye ji aliyê berpirsên rejîmê ve, her di vê pêwendiyê de “Celîl Balayî”, Berpirsê Giştî yê Birêveberiya Kirîza Parêzgeha Kirmaşanê, di gutobêjeke çewtekarane de di gel nûçegihaniya girêdaiyî rejîmê a “ISNA” bas ji wê kiribû ku, di wê parêzgehê de lehî ranebûye, û tu kes jî nemiriye û herwiasa di medyayan de gotibû ku bi sedema lehiyê tu canê xwe jidest nedaye, lê di rastî de ketiye nav rûbarê ji ber wê yekê canê xwe jidest daye, ewa di demekê deye ku ciwanekê temen 18 salî yê bi navê “Bêhnam Weysî” xelkê gundê Kanî Ezîz, piştî nîvroya roja duşemiyê, 5’ê Xakelêweyê, bi sedema  lehiyê canê xwe jidest daye, û herwisa di kurte vîdyoyekê de jî nîşan didin ku parêzgeha Kirmaşanê jî rastî lehiyê hatiye, ji navçûna mal û zevî , û terşên xelkê, û herwisa qulibandina gundekê li parêzgeha  KohkêliyeûBûyêr Ehmedê, ew zirarin ku di heyama wan çend rojan de hemû Îranê girtiye.

Şarox Kinarî, Fermanderê KohkêliyeûBûyêr Ehmedê ragihandiye ku rêjeya baranbarînê di astekê de bûye ku, me bi kewan 3 gund terikandine, û gundek jî bi navê  Abîdek Zîlayî bi tevahî ketiye bin avê de.

Navbirî herwisa bas jinav çûna  20 cihên perwerdekirina masiyan, û herwisa 200 heb terş li gundan kiriye, wêne û vîdyoyên belavkirî li torên civakî de, di gel îşarekirin bi bûyerên giran ku, canê hemwelatiyan xistiye metirsiyê, rejîm ku di wê rewşê de  ji bilî wê ku bi hawara xelkê ve naçin, hewl didin da ku bûyerên wê rûdawa sirûştî jî girêday bi dengê civakê bikin û ji aliyê xelkê ve bi awayekî ku, yek ji melayên rejîma Îranê di torên civakî de bas ji wê kiriye ku, ji ber vê ew bûyera rû daye, ji çimkû xelkê zekatên malên nedane û wiha tê gotin ku xwedê qehra xwe li we girtiye.

Ewa di halekê deye ku, saziya Neyasayî û saziya Cîhaniya Keşûhewa jî, pêştir derheq bi egera rûdana wê bûyerê hişdarî dabûn.