Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajarên Kurdistanê qutbûna berqê destpê kir

11:59 - 11 Hezîran 2022

Li îro şûnda li bajarokên pîşeyî yên parêzgeha Sine qutbûna berqê destpê kiriye û her roj bajarokek berqa wê nabe.

Roja Şemiyê 11`ê Hezîranê li bajarokên pîşeyî yên ser bi parêzgeha Sine her roj dê berqa yekê li tevahiya rojê de qut bibe û welatî dibe dev ji kar û pîşeya xwe berdin.

Pêka reşnivîsa ku li derheq qutbûna berqa bajarokên pîşeyî yên parêzgeha Sine de hatiye belavkirin, li îro şûnda bajarokên pîşeyî yên weke bajaroka pîşeyî ya Dêhgulan, bajaroka pîşeyî ya Sine 3`ê, bajarokên Bane, Bîcar, Dîwandere, Seqiz, Kamêran, Merîwan, Sine1, Qorve û herwisa herêma aborî ya Bane, her rojê dê berqa yek ji wan bajarokên pîşeyî dê bê qutkirin.

Qutbûna berqa bajarên Kurdistanê di halekê de ye ku, rejîma Îranê li tev navçeyên Kurdistanê avbendên bê sînûr çêkirine lê, av û berqa wan bo bajarên Farsirûniştî veguhastiye û bajarên Kurdistanê li tev xizmetguzariyên hewce bê par kiriye.

Li Îranê ji aliyekî ji ber kêrnehatîbûn û nebûna şiyana berpirsên hatinî destnîşankirin û ji aliyekî din ve dîtingeha cudahîdanîna rejîma Îranê li hûndrî welat de, rewşek afirandiye ku jiyana welatiyan bi taybet li bajarên Kurdistanê de her roj rastî astengiyekê dibe.