Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bajaroka Guygtepe ya girêdayî bajarê Mihabadê çalakiyên piropagendeyî hatin lidarxistin

18:48 - 11 Hezîran 2022

Roja Pêncşemî 9`ê Hezîranê li bajaroka “Guygtepe” ya girêdayî bi “Şarwêran” a Mihabadê, pêşmergeyên Bajar amegnasiya xwe bo PDKÎ dubare kirin û alaya pîroza Kurdistanê û arma PDKÎ di wê bajarokê de bilind kirin.

Her di vê çalakiyê de, Pêşmergeyên Bajar li bajaroka Guygtepe, bi bilindkirina alaya pîroza Kurdistanê û arma PDKÎ di çarrêya Mizgevta Cami`i a wî bajarî de, emegnasiya xwe bo PDKÎ dubare kirin û helwesta xwe li dijî rejîma dagîrker a Îslamiya Îranê bo carek din nîşan dan.

Herwisa Pêşmergên Bajar ragihandin: “Rejîma îdama Îranê di nêzîkbûna hiloşînê de ye, û em ji xwefiroş û kirêgirtiyan daxwaz dikin ku, dest ji îxanetê berdin û bo aliyê Hizb û gelê xwe bizivirin, eger dest ji îxantên xwe bernedin dê rastî her cure cezadan û tolhildaneke Pêşmergeyên Bajar bên.