
Kurdistanmedia: Derheq êrîşa li ser binkeyên Hizba Demokrat, di Bakura Kurdistanê de jî merasimeke rêzgirtina ji şehîdên Hizba Demokrat bi rê ve çû.
Roja Sêşemiyê 11`ê Îlonê Partiya Azadî a Bakur û Partiya Sosyalîst ya Bakur li bajarê Stenbolê, bona rêzgirtin û hevxemiya digel Hizba Demokrat derheq mûşekbarana li ser binkeyên Hizba Demokrat û bidarvekirina girtiyên siyasî ên Kurd rêûresmeke rêzgirtinê pêk anîn.
Di vê merasimê de, Salih Welîzade bi nûneratiya PDKÎ bo vê merasimê hatibû gazîkirin. Merasim li demjimêr 2:30 deqeyên piştînîvro dest pê kir, û 4:30 deqeyan jî bi dawî hat.
Hêjayî basê ye ku gellek ragehandinên Kurdî jî li wir amade bûn, û rûmala vê merasimê kirin, û çendîn hevdîtin jî pêk anîn.
Hêjayî basê ye ku her piştî vê êrîşa rejîma Îranê li ser binkeyên Hizba Demokrat di gellek welatan de xwenîşandan û merasim bi rê ve çûn, û îro jî li hemû Rojhilata Kurdistanê gireva giştî hatiye ragehandin.
Ew biryara girevê ji aliyê Navenda Hevkariya Hizbên Kurdistana Îranê ve hatiye dan.