
Li bakûrê Kurdistanê bo hanada welatiyan bona beşdarîkirina di dersên zimanê Kurdî de, hewlên berfireh hatin dan.
Piştî vê ku Wezareta Perwerde û Hînkariyê, 18 roj bona hilbijartina dersên Kurdî ji aliyê xwedindekaran ve de destnîşan kir, rêkixiravên taybet bi perwerdehiyê û ziman, civaka medenî û herwisa partiyên Kurd li Bakûrê Kurdistanê, çalakvan û kesên akademîk piştevaniya xwe ji vê piroseyê ragihand in.
Herwisa Partiyên opozisyûn yên Turkiye jî, ên weke “CHP”, Partiya Dîwa û Partiya Ayende, jî, piştevaniya xwe derheq vê hewla xwendin bi zimanê Kurdî ragihand in.
Her di vê derheqê de, Gonul Ozel serokê taya rêkxistinên “CHP”ê li Amedê got: Bi awayekî giştî hilbijartina dersan netenê bo zimanê Kurdî girêdayî daxwaz û şiyana xwendekarane, belkû nabe bi zorê be jî.
herwisa navbirî got: Xwendekar dibe wê dersan hilbijêre, çimkû hem ji aliyê civakî ve û hem jî bo paşeroja xwe mifahê jê verdigir e.
Ozel derheq bi zimanê Kurdî de got: Xwendin bi vê zimanê dewlemend, hewceye ku her xwendekarek zimanê dayîka xwe hîn bibe, û her bi vê sedemê jî, nabe dibistan tu zimanek din li ser zarokan de bidin sepandin.
Li Turkiye de nêzîkî 2 hezar derçûyên kolejên beşa ziman û wêjeya Kurdî hene lê, bi sedema kêmbûna dersxwanên zimanê Kurdî, tenê 79 mamosteyên şarezayê zimanê Kurdî hatine vergirtin.