Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li “Belûçistan”ê navendeke îtila`ata rejîmê bo armanc

12:04 - 1 Şibat 2022

Li bajarê Serawanê hevwelatiyekî Belûç êrîşek çekdarî li dijî “Stadad Xeberî” a girêdayî navenda Îtila`ata rejîma Îranê pêk anî.

Pêka dîmenên belav bûyî, roja Duşemî 11`ê Rêbendanê li bajarê Serawanê hevwelatiyekî Belûç êrîşî li ser “Stada Xeberî” ya girêdayî navenda Îtila`atî a wî bajarî kir û çend gule jê reşandin.

Pêka rapora kempeyna Çalakvanên Belûçan, “Sadiq Nezerî” temen 26 salî di dema derbasbûn li hember deriyê “Sitad Xeberî”a rejîmê ya li wî bajarî de, rastî bêrêzî û gefxwarinên wezîfedarên vê navendê dibe, û di navbera wî û wezîfedarên vê navendên de şer û pevçûn der dikeve,  di encamê jî bi sedema gulereşandina rasterasta wezîferdan, Sadiq Nezerî canê xwe jidest dide.

Herwisa di wê şer û pevçûnê de, wezîfedarekî rejîmê jî,  ku navê wî nehatiye zanîn birîndar dibe.