Li gelek bajarên Îran û Rojhilatê Kurdistanê, bazarî, xwedî dukan, esnaf û firoşyaran bi nîşana nerizayetî li hember rewşa xirab ya aborî de, dukanên xwe daxistin.
Ew heyama çend rojane ku, çendîn bazar li bajarên cuda cuda yên Îranê bi nîşana nerizayetiya biqasî ya giraniyê û şikana nirxa perê Îranê ku, ev jî bûne sedem êdî tu kes nikare tu tiştekê bikire û li rastî de kar û kasibiya wan dukanan rawestiya ye, ji ber neçariyê wan dest kiriye bi daxistina dukan û bazarên xwe.
Em dikarin amajê bi wan bazarên mangirtî li bajaran de bikin ku, bi nîşana nerizayetiyê li hember sepandina maliyata zor, ev çend rojin têne daxistin.
Bazara “Pile Ahenî” a Zêringiriya Tehranê, Qata “Fûtanî” a bazara Zêr a Tehranê
Parek ji bazara sergirtî a Erakê,Bazara Asin firoşên Erakê, Bazara emrazên nav malê ya Îsfehanê, Parek ji bazara Tewrêzê.
Bazara Wekîl a Şîrazê û yêkeyên Sinfî yên wî bajarî.
Parek berçav ji bazar û dukanên bajarê Nexedê li Rojhilatê Kurdistanê jî, tevlî mangirtin û nerizayetiya seranserî yênbajarên Îranê bû.
Bazara esnafên bajarê Xuremava. Bazar û dukanên bajarê Kazirûnê.
Di wê rewşa xirab ya aborî de û di wê bêkarî û bê dahatî û bê nirx bûna perê Îranê de ku, bûye sedem êdî şiyana kirîna xelkê nemîne, rejîm jî maliyat û zerîbên giran dixe li ser bazariyan de.