Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bereberê 13’ê Tîrmehê gefên şîrketa muxabirata Urmiyê ji ber gutkirina tora pêwendiyên telefonî û înternetê

20:56 - 13 Tîrmeh (Temûz) 2014

Kurdistanmedia: Kompanyaya muxabiratî a parêzgeha Urmiyê di dirêjahiya bernamerêjiyên rejîm de, li nameyek bi waliyê Mihabadê ragehandiye, ku tora pêwendîdar ên telefon û înternetê di roja 13’ê Tîrmehê de gut bikin.

Li gor rapora Kurdistanmedia û li gorî nameya kompanyaya muxabirata Urmiyê ku nusxeyek bi destê Kurdistanmedia gehîştiye, ku îdareya han bo her cure halîkariyek di meha Tîrmehê de, amadegiya xwe ligel berpirsên vê îdarê daye zanîn.

Deqa nivîsînê ku heyamê çend rojên derbasbûyî ji aliyê îdareya muxabiratê ve hatiye rêkirin û herwiha ew nameye bo dadseraya giştî a Şoreşa rejîm û serokayetiya îdareya Îtilatê, waliyê hêzên Întizamî , waliyê besîc hatiye rêkirin.

Di deqa vê namê de bi wî awayê derdikewe ku waliyê Mihabadê bervara 9’ê Hezîrana 2014’an, di namê de bi hejmara 126/209562/425 li binkeya pêwendîdar ên ser bi rejîm û bi taybet îdareya muxabiratê a parêzgeha Urmiyê daxwaza halîkarî bo pêşîgirtin ji girevê û daxistina dukanan bigrin.

8897.jpg