Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li binkeya leşkerî ya “Malik El-eşter”ê ya li bajarê Tehranê 2 teqîn qewimîn

17:18 - 2 Tîrmeh (Temûz) 2022

Li binkeya Besîcan a bi navê “Malik El-eşter” li bajarê Tehranê 2 teqînên bi hêz qewimîne û heta niha rejîma Îranê çi rohnkariyek nedaye.

Binkeya Besîcan a bi navê “Malik El-eşter” yek ji wan binkeyanê mezin a Besîcan a Spaha Pasdarana terorîst e ku di navbera çendîn padigan û binkeyên Spaha Pasdaran de hilkevtiye.

Heta niha berpirsên rejîma Îranê û ragihandinên girêdayî wê rejîmê ti zaniyariyek li derheq wê teqînê belav nekirine.

Piştî belavbûna kurte vîdiyoya wê teqînê di nav torên civakî de, Saziya “Mucahidîna Xelk” ew tewîneye kêşa stuyê xwe û pêka medyayên ser bi wê saziyê, wê binkeya rejîmê rolek girîng di serkutkirina xelkê nerazî de hebûye.