Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Biruksêl a Paytextê Biljîkê, roja Alaya Kurdistanê hate pîrozkirin

10:34 - 18 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Roja Alaya Kurdistanê li welatê Biljîkê, di merasimekê de bi beşdariya zaf part û aliyên siyasî ên her çar parên Kurdistanê hate pîrozkirin.

Roja 26`ê Sermaweza 1398`an (17`ê Kanûna Pêşîna 2019`an), li ser vexwandina fermî ya nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê, şandekî peywendiyên Kurdistanê yên PDKÎ li welatê Biljîkê, pêkhatibû ji “Fîroz Weysî” û “Mihemedriza Elîxanî”, di merasima pîrozkirina roja Alaya Kurdistanê de, li Bajarê Biruksêlê Paytexta welatê Biljîkê, beşdarî kirin.

Şanda Partiya Demukrat gelek bi germî ji aliyê nûneratiya hikûmeta herêma Kurdistanê ve, hate pêşwazîkirin.

Li wê merasima rêzgirtin ji roja Alaya Kurdistanê, Part û aliyên siyasî yên hemû parên Kurdistanê amade bûn.

Roja 17ê Disambrê ji aliyê parlemana Başûrê Kurdistanê ve, ev roje wekî roja Alaya Kurdistanê hatiye diyarîkirin û hemû salekê di wê rojê de bi awayên cuda cuda, vê rojê bilind dinirxînin.