
Endamên Yekîtiya Xwedikarên Demokrat a Kurdistanê bi hilkefta Roja Xwendikaraê Kurd, 12ê Banemerê li bajrê Sineyê bi lidarxistina çalakiya banghêjiyê, roja Xwendikarên Kurd bi bilind ragirtin.
Endamên Yekîtiya Xwedikarên Demokrat a Kurdistanê vê carê li zanîngeha Sineyê wekî bingeha qata rewşenbîr û hişarên civakê, bi belavkirna traktên taybet bi roja Xwendikarê Kurd, ew roj pîroz kirin û yada şehîd “Simayîl Şerîfzade” wekî hêmaya xwendikariyê bi bilind ragirtin.
Ew cihên ku çalakiya teblîxî di wan de bi rê ve çûne ev in: “Zanîngeha Kurdistan, zanîngeha Peyam ê Nûr, zankoya Azad, zankoya Ferhengiyan, zanokoya Olûmê Însanî, çarrêya Baxê Millî, meydana îqbal û meydana Bêsaran”.
12ê Banemerê, salvegera şehîdkirina xwendikarê xwedî helwîstê Kurd “Simayîl şerîfzade” ye ku 54 salan berî niha di bexwedanek qehremane de şehîd bû û bû nîşanderê rêya xebat û şoreşê û bû hêmaya xwendikarê Kurd.