Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li bûyera rabûna reniyê di Bakurê Kurdistanê de, 38 kesan canê xwe ji dest da

10:28 - 6 Şibat 2020

Di reniya li navçeya Miks a girêdayê bajarê Wanê, heya niha 38 kesan canê xwe ji dest dane û 53 kes hatine rizgarkirin û 20 kes jî din bin reniyê de mane.

Li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD), termê 33 kes ji bin reniyê de hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Roja Çarşemî 15`ê Rêbendanê, reniyek bi ser emrazeke paqijkirinê a berfê û mînîbusekê de hatibû û di encamê de 5 kesan canê xwe ji dest dabûn û 7 kes jî hatibûn rizgarkirin û 2 kes din jî di bin reniyê de mabûn.

Tîmên hawarçûnê û xelkê sivîl duh xebatên xwe yên ji bo dîtina herdu kesan di cihê reniyê de bi rê ve dibirin, lê careke din renî hat û di encamê de li gor daxuyaniya Rêveberiya Rewşên Awarte ya Tirkiyê (AFAD)ê termên 33 kesan hatine derxistin û 53 kes jî hatine rizgarkirin.

Bi wî awayî ji ber herdu reniyan li wê navçeyê, heta niha 38 kesan canê xwe ji dest dane.

Herwiha li gor zanyariyan 20 kes jî di bin reniyê de mane û xebatên ji bo dîtina wan kesan jî di rewşeke dijwar de berdewam e.