Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li “Cêjnîkan”ê rêûresimek bo rêzgirtin li jinên têkoşer hat lidarxistin

17:31 - 18 Hezîran 2022

Roja Pêncşemî 26ê Cozerdanê li “Cêjnîkan”ê Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê bo rêzgirtin li jinên têkoşer yên nava şoreşê rêûresimek taybet lidar xist.

Rêûresim bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û bîstek bêdengê bo rêzgirtin ji canê şehîdên Kurd û Kurdistanê hate destpêkirin.

Di vê rêûresimê de beşek ji endamên rêveberî, kadir, pêşmerge û malbatên pêşmergan beşdar bûn.

Di beşeke din a vê rêûresimê de helbestek ji aliyê “Mêhrebam Dêhqan” ve hat pêşkêşkirin.

Piştre lewha rêzgirtinê ji aliyê Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê ve pêşkêşê wan jinan hat kirin ku heyama 20 salan di nava refa şoreşê de endam bûne.

Lewha rêzgirtinê ji aliyê “Kerîm Perwîzî” Endamê Desteya Kargêrî, “Şine Dirûdger” Sekretera Yekîtiya Jinan, “Seyran Îzetî” Endama Yekîtiya Jinan, “Mirwarîd Mewlûdî” Berpirsa Komîteya Yekîtiya Jinan li Cêjnîkanê û “Leyla Rebanî” Endama Yekîtiya Jinan pêşkêşî wan jinan hat kirin ku heyama 20 salan e di nava Şoreşê de ne.