Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Cêjnîkanê rêûresma 10`ê Xakelêwe hate lidarxistin

19:34 - 30 Adar 2021

Roja Sêşemî 10`ê Xakelêweya 1400`an, li Cêjnîkanê bi hilkefta 10ê Xakelêwe roja Şehîdên Kurdistanê rêûresmeke mezin bi rê ve çû.

Ev rêûresme bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” hate destpêkirin û piştre bo rêzgirtin li canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê çend xulekê bê deng sekînandin.

Piştre peyama “Komîsiyona Komelayetî” bi hilkefta 10`ê Xakelêwe, ji aliyê “Mela Elî Asrîs” ve hate xwendin.

Paşê sirûdek di bin navê “Nîştiman” de, ji aliyê girûpa zarokan ve hate pêşkêşkirin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de mamosta “Bêbeş” helbestek di bin navê “Şehîd” de pêşkêşê amadebûyan kir.

Paşê her dîsan zarokan sirûdek din pêşkêşê amadebûyan kir.

Piştre “Nesrîn Babekirzad Eqdem”, bi hilkefta 10ê Xakelêwe peyama hevpar a Saziyên Yekîtiya Ciwanên Demokrat a Kurdistana Îranê (YLDKÎ) û Yekîtiya Jinên Demokrat a Kurdistana Îranê (YJDKÎ) xwend.

Di beşeke din a rêûresmê de, ber bi goristanên şehîdan ve bi rê kevtin û Hêza Pêşmergê Kurdistanê bi rêjeya destçek çûne ser tirbên şehîdan.

Di vê beşa rêûresmê de sirûdek di bin navê “Şehî Bew Zameyê Dira li Cergit” li ser tirbên şehîdan hate pêşkêşkirin.

Herwisa tacegulîneya rêz û wefayê ji aliyê “Mehnaz Çigînî û Rehîm Mengûrî” ve, li ser tirba şehîd “Rehîm Pûr Îbrahîm” hate danîn.

Di dawiya rêûresmê de zarokan gulê sor li ser tirbên şehîdanan danîn.