
Kurdistanmedia: Endam û alîgirên PDKÎ bi boneya 22`ê Pûşperê salvegera terorkirina Dr. Qasimlo û hevalên wî çalakiyên teblîxî bi rê ve birin.
Li gora nûçeya gihîştî bi malpera “Kurdisatanmedia”yê, têkoşerên Demokrat li bajarê Bane, tirakt û wêneyên taybet bi 22`ê Pûşperê belav kirine.
Hevdem xortên Domekrat li bajarê Merîwanê li cihên wekî Îdareya Bêhzîstî, û Bêhdaştê (tendirustî), diruşm nivîsandine, û wêneyên taybet bi vê rojê belav kirine.
Herweha li gundê “Nê” ya qehreman û demokratperwer, sirûda “Ey Reqîb” û sirûdên şoreşgerî li mizgevta gund belav kirine.
Xortên Demokrat li “Jawero”ya Sine li gundê “Hûye” gellek wêne û tiraktên taybet bi 22`ê Pûşperê belav kirine, û terorîzma navdewletî ya rejîma Îslamiya Îranê mehkûm kirine.
Qehremanên Demokrat herweha li bajarê Nexedê Çalakiya teblîxî bi rê ve birine, û peyman digel rêbaza şehîdan nû kirine.
Hevdem li bajarê Mehabadê jî, rêvîngên riya azadiyê, li Taqedar, Parka Millet, Azadigan, nêzî Termînala mezin, Tepey Qazî, Taxa Kerwêşke, Meydançeya Hesenzade, Hewşa nexweşxaneya Mehabadê, Şeqama Perestar, Baxê şayigan, û Berî şîlanan, çalakiya teblîxî bi rê ve birine.
Herwisa li bajarê Şinoyê jî, li gundên Hesennûran, Pirdawê, Gundewêlle û riyên di navbera gundên vî bajarî, wêne û posterên taybet bi 22`ê Pûşperê belav kirin.
Têkoşerên Demokrat li bajarê Seqizê jî, di van koanên xwarê çalakiya teblîxî bi rê ve birin:
Kerîmava, Girê Şafi`î, Neşmîlan û Bilwara Caf.
Herweha li navçeya Peswê ya Pîranşarê jî, yad û bîranîna 22`ê Pûşperê bilind hate ragirtin, û alîgirên hizbê çalakiya teblîxî bi rê ve birin.