
Li çendîn bajarên Îranê li salvegera kuştina “Qasim Silêmanî”yê terorîst, xelkê agir berdane poster û wêneyên wî û dane zanîn ku ew bi tenê terorîstekî gemar bûye herwisa li Lubnanê jî Benêr û Bîlbordên “Qasim Silêmanî” hatine şevitandin.
Roja Şemî 2êKanûna Paşîn, li bajarên “Hemedan,Noşehir û Meşhed”ê xelkê agir berdane poster û wêneyên Qasim Silêmanî”yê terorîst û bi wî awayî kerb û kîna xwe di hember wî terorîstê gemar de dane xuya; herwisa li welatê Lubnanê jî, ciwanên wî welatî agir berdane poster, benêr û bîlbordên Qasim Silêmanî.
Tevî cehdên rejîma Îranê bona afirandina kesayetiyeke xeyalî bo wî terorîstî, piranya xelkê Îranê wî kesî bi terorîst, diz û dujminê xelkê nas dikin ku bi milyonan Dolar perê xelkê pêşkêşî girûpên terorîstî dikir û xelkê Îranê jî pêxwarina xwe li nav zibil de peyda dikir, lewma bi çavê xelkê dizekî terorîst û kesayetiyeke gemar tê nasîn.