Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Dêrezora Sûriyê otobûsek rastî êrîşê hat

10:38 - 31 Kanûna pêşîn 2020

Otobûsek ku bi rêya “Dêrezor” bo aliyê “Tedmer”ê ve diçû, rastî êrîşekê hat ku kuştî û birîndarekî zêde li pey xwe ve anî.

Roja Çarşemî 30 Kanûna Pêşîn, ragihandinên fermî yên rejîma Sûriyê dane xuya ku otobûsek ku ji bajarê “Dêrezor”ê bo aliyê bajarê “Tedmer”ê ve diçû, rastî êrîşekê hatiye ku di encamê de 25 kesan canê xwe ji dest dane û 13 kes jî birîndar bûne; Heta niha ti alî an kesek ew êrîş negirtiye stuyê xwe û hegera wê êrîşê jî hêj rohn nîne.

Li gor SANAyê kesên bûne armanca êrîşê hemû sivîl in, lê çalakvanên Sûrî jî îdîa dikin ku tev kesên kuştî leşker in.

Çavkaniyên ciyawaz ên Sûriyê dibêjin, leşkeriyên ku hatine kuştin ser bi artêşa Sûriyê ne û êrîş jî, ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatiye kirin.

Pêka raporan, ew êrîş li demjimêra 4ê piştî nîvro ya roja Çarşemî, 30ê kanûna Pêşîn de hatiye kirin.

Pêka hin ji zaniyariyan, ew otobûs ketiye nav bûseyê.