Binkeyên hêzên girêdayî rejîma Îranê, ên li parêzgeha “Dêrezor” a Sûriye bûn bi armancên êrîşên balafirên bê bêpîlot.
Nûçegihaniya fermî ya rejîma Sûriye “SANA” yê bi belavkirina raporekê daye zanîn ku, nîvroya roja Şemî 7`ê Gulanê, li devera “Hewîce Kat`i`”a li nêzî “pira daleqandî” ya li bajarê Dêrezîrê êrîşek esmanî pêk hatiye û pêka gotina Saziya Çavedêr a Mafê Mirov li Sûriye, armanca wê êrîşê binkeyên milîsên girêdayî rejîma Îranê bûye.
Hêzên Sûriye yên li dijî rejîma Beşar Esed bi belavkirina kurte vîdeo û wêneyan gotine ku, “pira daleqandîî” ku li ser çemê Firatê hatibû avakirin ji nav çûye lê, ragihandinên rejîma Beşar û Rûsiye ti basek ji jinavçûna “pira daleqandî” nekirine û gotine ku, ew êrîş ji aliyê balafirên bêpîlot ên Amerîkayê ve hatiye encamdan.
Amerîkayê di vê derheqê de ti bertekek ji xwe nîşan nedaye.
Heta belavbûna vê nûçeyê ti amarek serast ji xisarên canî û malî yên vê êrîşa esmanî nehatiye belavkirin.