
Pêka amarên ku berpirsên rejîmê belav kirine, di despêka belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de heta niha, %62 kargehan ziyan dîtine û hejmareke zêde hêzên xwe yên karî ji dest dane.
Serokê Giştî yê piştevanî ji Kar û xweşbijîva Civatgehê, Mesûd Babayî, di civîneke medyayî de got: “Li detpêka belavbûna vîrûsa Koronayê di Îranê de, 850 hezar kes ji bêkaran zêde bûne”.
Navbirî daye zanîn, ku di para Pîşeyî de jî %32 kargehan ziyan dîtine ku %28 kedkarên wan kargehan karên xwe ji dest dane. Di para werzêrî de jî %20 ji wê nexweşiyê ziyan dîtine û %3 kedkarên wê beşê bêkar in.
Eva amareke ku ji aliyê berpirsên rejîmê ve hatiye belavkirin, lê amara rastî çend hemberê wê amarê ye û piraniya xelkê Îranê bi sedema belavbûna vîrûsa Koronayê karên xwe ji dest dane û rejîm û berpirsên rejîmê ti alîkariyeke madî bi wan re nakin û berevajî, tev dahata welat terxanê girûpên terorîstî di derveyê welat de dike.