Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li devera Bayinganê bi helkevta 22ê Pûşperê çalakiya teblîxî bi rêve çû

13:16 - 15 Tîrmeh (Temûz) 2020

Roja Duşemî, 13 ê Tîrmeha 2020 an, Endam û alîgirên PDKÎ di devera “Bayingan”a girêdayê bajarê “Pawê”, bi hilkevta salroja şehîdkirina Dr. “Ebdulrehman Qasimlo”, çalakiya teblîxî lidar xistin.

Di navbera gundên “Laran û Tergezin”a girêdayê devera “Bayingan” a bajarê Pawe, li salroja terorkirina “Dr. Qasimlo” bi destê dîplomat-terorîstên rejîma Îslamî, bi belavkirina trakt û posterên taybet bi 22ê Pûşperê, emegdarî û wefadariya xwe bi rêbaza “Dr.Qasimlo” û hevalên wî, dane xuya kirin.

Di wê çalakiyê de, qehremanên Demokrat peymana wefadariya xwe nû kirin ku heya bidestveanîna armancên gelê Kurd, bê ti qutkirinek, rêbaza Partiya Demokrat û “Dr. Qasimlo” bidomînin û ji xebat û têkoşînê dest hilnegirin.

Herwisa têkoşerên Demokrat di “Serêz” a devera Jaweroyê de çalakiya teblêxî bi rêve birin.