
Li devera “Mûjiş” a girêdayê bajarê Kamiyaranê pirsgirêka micid ya ava vexwarinê heye û rejîma Îranê ti bûdceyekê bona çareserkirina wê pirsgirêkê dabîn nake.
Roja Pêncşemî 10ê Kanûna Pêşîn, bi nav nûnerê meclîsa rejîma Îranê yê li parêzgeha “Sinê”, “Muhsin Fethî” derheq pirsgirêka ava vexwarin li devera “Mûjiş” a bajarê Kamiyaranê tevî îşarekirin bi çendîn pirsgirêkên av û avero li bajarê “Kamiyaran”ê got: “Biryar bû ku projeya av ya “Hiltoşan”ê ku ava vexwarina 14 gundên devera “Mûjiş”ê dabîn bike, bi sedema nedana bûdcêya hewce ji aliyê dewletê ve ti karek nehatiye kirin”.
Herwisa wî bi nav nûnerê rejîmê ragihand: “Bi sedema terxannekirina bûdceyê karên kêşana boriyên avê, çêkirina enbara avê, nûjennkirina devkaniyan, danîna alavên hewce û pompaja avê û …hwd, hêj nehatine cîbicîkirin.
Herwisa “Muhsin Fethî” got: “Bûdce bo projeya ava “Kaşter û Yûziyer”ê ku gundên “Kaşter, Mêsûrab û Zêwiye” li xwe digre û hêj nehatiye dabinkirinê û projeyên “Mirwarîd, Wermekan, Mawiyan, Kêle Gilan, Mêrgesar, Quriq û Kire Gil”ê bi sedema dabînebûna bûdcê bi tewawî rawestiyane”.
Projeya palavtingeha averoya bajarê Kamiyaranê bi tewawî rawestiyaye û ti bûdceyek ji aliyê rejîmê ve nehatiye dabinkirinê û herwisa 70 gundên girêdayê bajarê Kamiyaranê li nav ti projeyeke avê de nînin û zêdetir ji %90 gundên ku li nav projeyên avê de ne, pirsgirêkên cur bi cur û micid hene.