Êvara roja Çarşemî 4`ê Cozerdanê, di yek ji kompaniyayên devera “Parçîn” a girêdayî sîstema berevaniya rejîmê , li rojhilatê bajarê “Tehran”ê de teqînek qewimî.
Nûçegihaniyên girêdayî rejîma Îranê ew teqîn tenê wekî bûyerk bas kirine, û di vê teqînê de kesek bi navê endaziyar “Êhsan Qedbegî” canê xwe jidest daye û kesek din jî birîndar bûye.
Lê, çavkaniyên xwecihî behsa vê yekê dikin ku, ew teqîn sedemek din hebûye.
Devera “Parçîn” yek ji girîngtirîn navendên mûşekî yên rejîma Îranê ye ku, li sala 1399`an a Rojî de jî nûçeya teqînek mezin li wê deverê hatibû belavkirin.