
Di gundê “Gêçê” ê ser bi devera Soma û Biradost a ser bi Urmiyê de kesek bi sedema lêdana birûskê canê xwe ji dest da û li gundê “Gengeçîn”ê jî birûskê çendîn ser ajelên xelkê mirar kir.
Roja Sêşemî 27ê Nîsanê li gundê “Gêçe” yê li Devera “Soma û Biradost”, welatiyek yê bi navê “Necîb Sitûdê” kurê “Erşed” bi sedema birûskê canê xwe ji dest da; Gundê Gêçê li bintara çiyayê “Şêx Bazît” de ye û heta niha çendîn caran rastî birûsklêdanê hatiye.
Herwisa li gundê Gengeçîn li devera Soma û Biradost, birûsk bû sedema jinavçûna nêzî 50 ser ajelên xelkê wî gundî.
Xelkê devera Soma û Biradost bi piranî ajelan xwedî dikin, lê bi sedema nêzbûn li sînorê Tirkiyê, îzna çûn bo piraniyan zozanên ser sînor bi wan re nadin û ew bûye sedema daketina asta dahat û koçberbûna hejmarek ji welatiyên wê deverê.
Gundê “Gêçe” li 18 kîlometrî û gundê “Gengeçîn”ê jî li 4 kîlometriya sînorê Tirkiyê ne.