
Xelkê gundê “Adaxan” ê girêdayê bajarê Makoyê ji tinebûna înternetê nerazî ne û dersxwanên wî gundî ji perwerdeya “online” bêpar in.
Pêka gotina xelkê gundê “Adaxan” li devera “Çaybasara başûr” ya girêdayê bajarê Makoyê, înterneta 300 malbatî di wî gundî de tinîne û dersxwan neçar in bona dersxwendinê bo cihên bilind wekî çiyayên derdorê herin heta bikarin ji hînkariya “online” mifahê vergirin û tûşê pirsgirêkan dibin.
Di demsala sirê de, deverên Mako hewayekî pir sar heye û serketin bi bilindahiyên wê jî pir zehmetin, lê dersxwan neçar in bona pareneman ji dersê, wan zehmetiyan bikêşin, lê berpirsên rejîma Îranê heta niha ti pêngavek bona çareserkirina wê pirsgirêkê hilnegirtine.
Gundê “Adaxan” yek ji gundê bêpar ji xizmetguzariyên bajarê Makoyê ye û xelkê wî gundî werzêr û ajeldar in û herwisa xelkekî hejar in.
Gundên Rojhilatê kurdistanê bi taybet li deverên parêzgeha Urmiyê, ji piraniya xizmetguzariyan bêpar in û hejarî û destengî pêsîra xelkê hejar û bê derfet girtiye û rejîma Îranê ti karekî wiha bona çareserkirina pirsgirêkên wan yên micid hilnegirtiye û tim hewl daye ku wan wekî besîc bikar bigre, lê piraniya xelkê wan deveran nanê serşoriyê naxwin.