Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li du binkeyên navikî yên Îranê, şûna Uraniyomê hatiye peydakirin

12:29 - 20 Şibat 2021

Lêkolerên Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî dane zanîn ku li du binkeyên neragihandî yên Îranê, şûna Uraniyomê peyda kirine û rejîma Îranê li wê derheqê de ti zaniyarî û bersiveke serast bi hebûna uraniyom di wan binkeyan de nedane.

Pêka rapora nûçegihaniya “Reuters”ê, piştî peydabûna wê uraniyomê, raporeke micid li dijî Îranê dê bê ragihandin û dê ji Îranê daxwaz bê kirin ku, li ser wê mijarê danûstandinan bike; Herwisa peydabûna uraniyom di wan 2 binkeyan de ku zêdetir ji 20 salan e çalak nebûye, dide xuya ku Îran bi hizreke nebaş, li rêkkevtina “Bercam”ê pêbend nebûye.

Lêkoleran dane zanîn ku li yek ji wan binkeyan de, uraniyom hatiye meyandin û di binkeya din de jî ceribandina teqandinê hatiye kirin.

Dijberên livehhatina “Bercam”ê ên wekî Îsraîlê gotine ku: “Çalakiyên rejîma Îranê bi nihênî têne kirin û rejîma Îranê ti hizreke erênî tinîne”.

Nûnerê rejîma Îranê li Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî, “Kazim Xerîbadadî” li vê derheqê de xwe ji bersivdanê parast.

Navendên Ewlehî yên Amerîka û Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navikî li ser wê bawerê ne ku rejîma Îranê bernameyeke nihênî bona berhemanîna çeka navikî heye ku li sala 2003an ragirtibû, lê rejîma Îran ew red kiriye.