Li navçeya “Misfeh” a girêdayî bajarê Ebozebiya Îmaratê, sê teqîn rûdan ku, sê kuştî û 6 birîndar lipey xwe hebû.
Nûçegihaniya “Reuters”ê di raporeke xwe de rahigandiye ku, milîşên Husiyan ku lidijî dewleta yasayî ya Yemenê şer dikin, ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve piştevanî tê kirin.
Her di vê pêwenbdiyê de, Nûçegihaniya “Fars” a girêdayî Sapha terorîst a Pasdaran, ev êrîşa Husiyên girêdayî rejîma Îranê, hişdariya bi kirdar li dijî Îmaratê ragihandiye.
Ev sê kesên di wan êrîşan de, canê xwe jidest dane, yek ji wan xelkê Pakistanê û yên din jî welatiyê Hindostanê ne.
Li rêkefta 13`ê Befranbarê jî, milîşên Husiyên girêdayî rejîma Îranê, li bendera ‘’Hedîde” gemiyek ku alaya Îmaratê li ser bû, û barê vê kelûpelên nexweşxaneyê bûn, dest bi ser de girit bûn.
Herwisa rojnameya “Wall Street Cornal” jî, di raporeke xwe de ku li rêkefta 18`ê Berfranbarê belav kiriye nivîsiye: Karnasên Şêvira Ewlekariyê yên Saziya Navneteweyî, di rapora pêşnivîsa xwe de raghiandine ku, rejîma Îranê li bendera Casik a li başûrê Îranê, bi hezaran çek û teqemeniyên şer, bi awayê qaçaxî bo milîşên Husiyên Yemenê dişîne.