Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Efrînê rojane Kurd têne revandin

12:22 - 28 Tîrmeh (Temûz) 2018

Kurdistanmedia: Di Efrînê de rojane Kurd ji aliyê çeteyên bi navê Arteşa Azad ve têne revandin, û hinek ji wan gellek bêrehmane têne îşkencekirin, û hinek jî her têne bêserşûnkirin.

Malpera “Syriadirect” di raporeke têrûtejî de, bas ji rewşa niha ya Efrînê kiriye, û cuda  ji vê ku bas ji asayîbûna revandina Kurdan ji aliyê çeteyan ve kiriye, bas ji bêserûşûnkirina wan fermandeyên Kurd jî kiriye, ku îxanet bi welatê xwe kirine, û digel çeteyên tundrev ên bi nav Arteşa Aazd û hêzên Tirkiyê ketin nava Efrînê de.

Arteşa Tirkiyê bi alîkariya hêzên naskirî bi Arteşa Azad roja 18`ê Adarê herêma Efrînê ji destê YPG`ê derxistin. Wê demê YPG`ê biryara destpêkirina şerê partîzanî li dijî wan da. Hêzeke Kurd ku caş û kirêgirtiyên Tirkiyê bûn jî, li jêr  navê tîpa Ehfad El-selahedîn de êrîşî ser Efrînê kirin.

 Malpera “Syriadirect” di vê rapora xwe de bas ji bêserûşûnkirina fermandeyên Kurd yên xwefiroş û kirêgirtiyê Tirkiyê jî dike, û dinivîse:

“Fermandeyek bi navê Mes`ûd Îbo hefteya borî çû Tirkiyê, lê piştre bêserûşûn bû, û heya niha jî venegeriyaye. Trombêla wî jî li cem pira sînorî ya Bab El-selame ya Tirkiye û Sûriy hatiye dîtin.  

Li gora nivîsa “Syriadirect”ê, bûyerên wekî bêserûşûnbûn, destbiserkirin, û revandin êdî bûye pirseke asayî li Efrînê de, û destê hêzên ewlekarî ên Tirkiyê, û hêzên dijî hesteyên veşartî ên ser bi Arteşa Azad û girûpên cur bi cur ên nava vê arteşê di van bûyeran de heye.

 Di doma vê raporê de hatiye: Arteşa Tirkiyê li ber vê ji Kurdên nava Arteşa Azad li dijî YPG`ê mifah wergirt, da ku wisa nîşan bidin ku Tirkiye tenê dijî YPG`ê ye, ne li dijî Kurdan, û armanc jî dagirkirina vê navçeyê nine.

Cuda ji vî fermandeyê ku hate baskirin, di du mehên borî de, aliyê kêm 4 fermandeyên Kurd ên cerdevan û kirêgirtiyê Arteşa Azad  hatine bêserûşûnkirin. Herwisa tê gotin ku ew hêza Kurdî ya kirêgirtî niha digel Cibheya El-şamiye hatiye têkelkirin.

Ji aliyekî din ve, çalakên ragehandinan ên alîgirê êrîşa Tirkiyê li ser Efrînê jî, di nava bêserûşûnbûyiyan de ne, û kes nizane ku ew çima û ji aliyê kîjan hêzî ve hatine revandin.

Ew malper bas ji bêbaweriya Tirkiyê û Arteşa Azad bi van Kurdanê kirêgirtî dike ku digel Torkiyê êrîşî ser Efrînê kirin, û dinivîse: Ji aliyekî ve hêzên YPG`ê bi awayê partîzanî li wan Kurdên kirêgirtî dixin, û ji aliyekî din ve jî, Tirkiye û Arteşa Azad gellek caran li wan Kurdên caş û kirêgirtî biguman dibin, û wan bêser dikin.

Her di vê derheqê de, tîpên wekî Sultan Murad û Ceyş El-wetenî ragehandine ku ew jî, ji çarenûsa fermandeyên Kurd ên ku alîkariya wan kirine bêxeber in.