Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Efrînê teqînek qewimî ku bû sedema kuştî û birîndarbûna welatiyan.

12:40 - 25 Çirriya paşîn 2020

Roja Sêşemê, 24ê Çirriya Paşîn, li Devara “Kawe” a girêdayê bajarê “Efrîn”ê li nêzî Lîwaya 51 a girûpên çekdar ên opozsiyona girêdayê Tirkiyê, maşîneke bombrêjkirî teqiya.

Pêka zaniyariyên destpêkî, di encama teqîna maşîna bombrêjkirî li “Efrîn”ê 3 kes hatine kuştin û 15 kes jî birîndar bûne.

Heta niha nehatiye zanîn ku ew teqîn ji aliyê ti kes an girûpekê ve hatiye kirin.

Herwisa hatiye gotin ku ew teqîn piştî çend demjimêran ji teqîneke din li bajaroka “Beza`e” ya girêdayê parêzgeha “Heleb”ê bûye ku 5 kes hatibûne kuştin û 20 kes jî birîndar bibûn.