Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Efrînê teqînek terorîstî çêbû; Mike Pompeo êrîşa Efrînê ji ti aliyekî nayê qebûlkirin

11:06 - 29 Nîsan 2020

Pêka nûçeyên belavbûyî teqîneke terorîstî bi rêya tankereke tejî sotemenî di nav bazara Efrînê de çêbûye.

Roja Sêşemî 28`ê Nîsanê, teqînek terorîstî di nav bazara bajarê Efrînê ya ser bi Rojavayê Kurdistanê de çêbû ku nêzî 53 kes hatine kuştin û 175 kesên din jî birîndar bûne.

Her di vê derheqê de jî Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Mike Pompeo” di “Twitter”ekê de nivîsiye: “Êrîşa Efrînê bo ser xelkê bê tawan, êrîşeke terorîstî ye û ji ti aliyekî beşdarê milmilaneyên Sûriyê nayê qebûlkirin.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê da zanîn ku Amerîka piştî vê êrîşê careke din tekezî li ser daxwaza xwe ya bo ragihandina agirbesta seranserî li Sûriyê dike.

Bajarê Efrînê ji roja 18 Adara sala 2018`an ve di bin kontrola artêşa Tirkiyê û girûpên terorîstî ên Sûriyê de ye.

Rojane zilm û zordariyeke mezin li xelkê resen ên Efrînê ku Kurd in tê kirin û mafên wan têne binpêkirin.