Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Efxansitanê pêşî ji çalakiyên bankî yên Îranê hate girtin

11:50 - 19 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Hikûmeta Efxnistanê pêşî ji çalakiyên bankî yên banka Îranê di wî welatî de girt.

 Bervekê Banka Navendî yê Efxanistanê “Îmêl Haşo” ragihandiye ku, Banka Aryen ku ji aliyê Îranê ve hatiye avakirin, dibe bilez hemû hesabên xwe pak bike û îzina birêvebirina tu çalakiyekê di vî welatî de nine.

 Banka Îranê ya bi navê, “Banka Aryen” ku bi sermayedanîna hevpar yên du bankên wekî, Banka Milî ya Îran û Banka Sadirata Îranê, li sala 2004`an li Efxanistanê hatiye avakirin û çalakiyên bankî yên xwe destpê kiriye.

Îmêl Haşo, sedema pêşî girtin ji çalakiyên vê banka Îranê, binpêkirina yasayên wî welatî û herwisa binpêkirina yasayên bankî yên di vî welatî de ragihandiye.

 Banka Aryen bi sermayedanîna bi qasî 10 milyon Dolarî bi awayê hevpar ji aliyê du bankên dewletî yên Îranê li Efxanistanê dihate dabînkirin, ku tayeke vê li herêma Herata hevsînorê Îranê çalakiyên xwe berdewam dikir, lê, niha bi sedema binpêkirina yasayên bankî yên wî welatî çalakiyên vê hatine betal kirin.