Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li Fêrgeha Fermandehiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê devreya 254`an ya destpêkî ya Pêşmerge dawî pê hat

18:30 - 30 Kanûna Paşîn 2022

Roja Şemî rêkevta 9`ê Rêbendana sala 1400`an, devreya destpêkî ya Pêşmegê Kurdistanê, bi amadebûna beşek ji endamên rêberatî, kadr, pêşmerge, berpirsên siyasî û nizamî yên Partiya Demokorat û mêhvanan, li Fêrgeha Hêza Pêşmergê Kurdistanê hat lidarxistin.

Ev rêûresm bi xwandina sirûda neteweyî ya ”Ey Reqîb” û ragirtina bîstek bêdengî bona rêzgirtin ji canê pak yê şehîdên Kurd û Kurdistanê, destpê kir.

Piştre amadebûyên devrê di dema barîna berfê de, bi birêvebirina rêjeya leşkerî û  herwisa birêvebirina rahênanên xwe yên ku di heyama deverê de encam dabûn wuha amadebûna cesteyî ya xwe nîşan dan.

Piştre Xalid Derwîje, endamê Desteya Kargêrî yê PDKÎ, bi vê boneyê bo amadebûyan axavt.

Di berdewamiya rêûresmê de, ji aliyê koma hunerî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê srûdek hat pêşkêşkirin.

Di beşeke din a vê rêûresmê de, rapora perwerdehiya Fêrgê, ji aliyê Hêmin Resûlabadî, mamosteyê Fêrgê hat pêşkêşkirin.

Herwisa di beşeke din a vê rêûresmê de, helbestek, ji aliyê Ebdulrehman Yûsifî ve hat xwandin.

Peyama devreya 254`an ya destpêkî, ji aliyê Eyûb Mehmûdzade yek beşdarbûyên devrê hat pêşkêşkirin.

Di vê rêûresmê de, amadebûyên devrê, yên bi navên Eyûb Mehmûdzade, Evîn Ehmediyan û Hediye Gulbaxiyan ku, di beşên siyasî û leşkerî de karîbûn pileyên yekem heta sêyem bidest bixîn in,  ji aliyê Se`idî Mihemmedî, fermanderê Hêza 125`an hatin xelatkirin.

Herwisa Hêro Ezîzî, Siher Behramî, Emîr Mewlûdî û Zehra Qerîne jî, di beşên disîplînê de, ji aliyê xatûna Espênidar, hevjîna şehîd Osman Mistefapûr ve hatin xelatkirin.

Herwisa rêûresm bi strîna stranek ku bi serpereştiya koma hunerî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê û Cemal, yek ji amadebûyên devrê hatibû amadekirin, dawî pê hat.