Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li fêrgeha Serwan “Çeko” desteyek ji ciwanên welatparêz tevlî Hêza Pêşmergê Kurdistanê bûn

16:57 - 1 Adar 2021

Roja Yekşemî 10ê Reçeme (28ê Şibat)ê, rêûresma bi dawîhatina dewreya 247 a destpêkî ya Hêza Pêşmergê Kurdistanê di çiyayên Kurdistanê de bi rê ve çû.

Di wê rêûresmê de, hejmarek ji endamên rêberayetî, fermandên leşkerî, kadr, pêşmerge û mêwanan amade bûn.

Rêûresm bi sirûda netewî ya “Ey Reqîb” û ragirtine xulek bêdengî bo rêzgirtin ji canê paqij ê şehîdên Kurd û Kurdistanê dest pêkir.

Piştre beşdarbûyên dewrê bi encamdana rêja leşkerî û nîşandana hin nimayişan di heyamê dewrê de ku hîn bibûn, amadebûna cesteyî û leşkeriya xwe dane xuya.

Pişre berpirsê “Dezgeha Hilbijartina PDKΔ, “Selîm Zencîrî” çend gotinek bi wê hilkeftê pêşkêşî beşdarbûyên rêûresmê kir.

Di doma rêûresmê de, peyama Fêrgeha Fermandeyiya Hêza Pêşmergê Kurdistanê, ji aliyê “Xelîl Gulûkanlû Mîlan” ve hate pêkêşkirin.

Peyma dewreya 247 a destpêkî ya pêşmerge, ji aliyê beşdarbûyê dewrê, “Yezdan Ferehmend” ve hate pêşkêşkirin.

Ew dewre jî wekî dewreyên berê, ji 2 beşên siyasî û leşkerî pêk hatibû.

Di wê dewreyê de, kesên serketî yên beşa siyasî û leşkerî, hatine xelatkirin

Li beşa siyasî û leşkerî:

Pileye yekem: “Aso Esedî”

Pileya Duyem: “Muîn Bazanî”

Pileya Sêyem: “Ako Elîzade”

Evên ku xelat bidestve anîbûn ji aliyê “Luqman Ebdullazade” ve ku yek ji fermandeyên “Hêza Pêşmergên Kurdistanê” ye, xelatên wan hate pêşkêşkirin.

Di beşa dîsîplîn de:

Pileya yekem: “Dîlan Kerîmî”

Pileya Duyem: “Murteza Yegane”

Pileya Sêyem: “Îsa Xalidî”

Evên ku xelat bidestve anîbûn ji aliyê berpirsê Fêrgeha Fermandehiyê ya Hêza Pêşmergên Kurdistanê “Muxtar Sohrabî” ve hatine xelatkirin.

Di dawiyê de, beşdarbûyên dewrê manoreke leşkerî û şerê takekesî lidar xistin.