
Kurdistanmedia: Tekoşer û qehrimanên Demokrat li Kurdistanê, bi hilkefta nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina “Dr.Qasimlû” û hevalên wî, bi awayên cuda, çalakiyên bangewazî lidar dixînin.
Li gorî nûçeya ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, Endam û alîgirên PDKÎ li bajarê Urmiyê û Şinoyê, li devera Deştebêl û gundê Qasimlû, bi hilkefta nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, salroja terorkirina “Dr.Qasimlo” û hevalên wî, çalakiyên bangewazî lidar xistin.
Qehrimanên Demokrat li nêzîkbûna 22`ê Pûşperê, bo rêzgirtin li yada şehîdên “Vîyenê”, bi belavkirina tirakit o posterên taybet bi PDKÎ, terorîzma navdewletî a rejîma Îranê mehkûmkirin.
30 sal berî niha, terorîstên rejîma Îranê, li ser maseya gotûbêjê, “Dr.Qasimlû” û hevalên wî terorkirin.