Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li girtîgeha Qerçeka Weramînê bi şêweyên sîstematîk gritî têne îşkencekirin

11:36 - 12 Hezîran 2022

Rejîma Îranê li girtîgeha Qerçeka jinan ya Weramînê, bi şêweyên sîstematîk girtiyên jin yên di wê girtîgehê de îşkence dike.

Berpirsên girtîgeha Qerçeka Weramînê bi bêparkirina gritiyan ji hewceyên wekî av, hewa  û xwarina saxlem û neparastina paqijiya girtîgehê, girtiyên jin yên wir îşkence dikin.

Di heyama çend hefteyên derbasbûyî de, digel serdana berpirisên cuda yên dozgeriya rejîmê bo girtîgehê, tev wan berpirsên rejîmê berevajiyê rastiyên ku di girtîgehê de diqewimin, axavtine.

Ew heyama sê rojan e ku, bîrên paşmayên ava girtîgeha Qerçekê tijî bûne û ev ava gemar ber bi bend û hevşa girtîgehê ve diherike û ji ber germaya tund ya çolatiyê, bêhna gemar û hatina kêzikan bo nav girtîgehê, bûye gefek micid û metirsîdar li ser tendirustiya girtiyan.

Ji aliyekî ve ji ber têkçûna sîstemên palavtinên ava girtîgehê û sîstema veguhastina hewayê girtîgehê û ji aliyekî din ve jî rêgiriyên beripirisên girtîgeha rejîmê ji bo dabînkirina xwarin û dermanên hewce ji aliyê girtiyan bi xwe ve li derveyî girtîgehê, ew rewşa metirsîdar bo girtiyên jin çend hember zehmet kiriye û tendirustiya wan rû bi rûyê metirsiyên micid kiriye.