Îdareya Parastina Sînoran a Komara “Azerbaycan”ê ragihand ku bareke 244 kîloyî ya Hêroînê ku ji bajarê Tehranê bo bajarê Kiyêfê, li Ukraynê dihate şandin, li sînorê Astarayê de zewt kiriye.
Roja Pêncşemî 20ê Gulanê, malpera Parastina Sînoran a Komara Azerbaycanê ragihand: “Bareke 244 kîloyî ya Hêroînê ku li nav barê şivtiyan de li barhilgirekê de hatibû veşartin, bi rêya seyên ku bona peydakirina madên hişber hatine perwerdekirin, li gumrîka Astarayê de peydakirine.
Pêka malpera Parastina Sînor a Komara Azerbaycanê, ev mada hişber ji bajarê Tehranê li Îranê bo bajarê Kiyêf li welatê Ukraynê dihate şandin ku ji aliyê Komara Azerbaycanê ve hatiye peydakirin û zewt kirin.
Li destpêka demsala Îsal de jî bareke din ya Heroînê ku 230 kîlo bû, li wê gumrikê de hatibû peydakirin û ji aliyê hêzên Parastina Sînor a Komara Azerbaycanê ve hatibû zewtkirin.
Herwisa ew barê Hêroînê jî li bajarê tehranê li nav barê sêvikan de hatibû veşartin û bo bajarê Kiyêfê dihate şandin ku li gumrika Astarayê de ji aliyê seyên perwerdekirî yên madên hîber ve hatibû peydakirin.
Li girtîgehên welatê Azerbaycanê de zêdetir ji 200 kesên Îranî hatine binçavkirinê ku tawanên wan bi piranî qaçaxa madên hişber in.