Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gund û bajarên Kurdistanê çalakiyên teblîxî hatin lidar xistin

12:53 - 19 Gulan 2019

Kurdistanmedia: Pêşmergeyên Bajar û endamên PDKÎ, li gund, bajar û çiyayên Kurdistanê çalakiyên teblîxî lidar xistin.

Alîgirên PDKÎ, li bajarên Sine, Bane û li gundên Del, Nisil, Goşxanî û li çiyayên Mêlebewe û Heyşûr, piştevaniya xwe ji PDKÎ re nîşan dan

Endamê PDKÎ, bi hildana alaya pîroz a Kurdistanê li bilindahiyên çiyayê bajarê Bane û herwisa bi lidar xistina çalakiyên teblîxî li Aviyera bajarê Sine, di gel PDKÎ peyman nûkirin.

Herwisa Demokratperwer û pêşmergeyên bivêr yên Bajar, alaya Kurdistanê li bilindahiya çiyeyê “Mêle Bewe” a ser bi gundê “Nisil û Goşxanî” a bajarê Sewlava ku berê binkeya PDKÎ bû hildan, û bi awayekî ku ji gundên “Rezaw, Kerava û Mazîbine ve xuya dikir.

Dilsozên gel, postêr û tiraktên PDKÎ di nav gundên, “Nisil û Goşxan û li ser rêya serkî ya wan di navbera du gundên nêzîkî bajarê “Sewlava” û gundê Nîyawa belav kirin, û herwisa tabloyên ser rêyên serekî yên Merîwan bo Sine bi postêrên PDKÎ xemilandin.