Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gundê Bilesen ê girêdayî bajarê Baneyê endamên PDKÎ çalakiya banghêjiyê lidar xistin

12:33 - 18 Nîsan 2022

Endam û alîgirên PDKÎ li gundê “Bilesen” girêdayî bajarê “Bane”yê çalakiya banghêjiyê bi rê ve birin û bi silogana “bijî Partiya Demokrat a Kurdistanê Îranê, serkeve Rasan, Dr. Qasimlo rêbaza te berdewam e” çalakî bi rê ve birin û alaya Kurdistanê bilind kirin.

Endam û aligirên PDKÎ tevî encamdana wê çalakiya banghêjiyê, amadebûna xwe bo encamdana her erkek Hizbî ragihandin û soz dan heta gihîştin bi armancên rewa yên gelê Kurd xebata xwe bidomînin.