Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Li gundê “Hesen avle” ya girêdayî bajarê Merîwanê hejmarek dar hatine birîn

17:53 - 7 Gulan 2022

Têkdan û birîna darên daristanên Merîwanê bi awayekî berfirehtir berdewame û wê carê li derdora gundê “Hesen avle” ya girêdayî bajarê “Merîwan”ê dest bi birîna daran hatiye kirin.

Welatiyan basa vê yekê kirine ku kesên derfetçî yên girêdayî rejîmê dest ji birîna daran hilnagirin û berdewamin ji kavilkirina daristanan.

Pêka zaniyariyan 2 kesên girêdayî rejîmê yên bi navên “H.Y û N.Y” bi piştewaniya Spaha Pasdaran hejmarek dar ji gundê “Hesen avle” birîne û radestî kesên din kirine.

Rejîm bi giştî û Spaha Pasdaran û kesên girêdayî rejîmê bi taybetî, rasterast li birîna dar Berûyan de dest hene, her çend rejîm xelkê tawanbar dike lê xelkê asayî li cihê wiha berçav de wî karî nakin.

Nav û nasnava tev ew kesên ku wî karî dikin ji aliyê malpera “Kurdistanmediya”yê parastîne û ger li ser wî karê xwe berdewam bin, dê navê wan bi fermî bêne belav kirin.